Nûçeyên ku Talîban zexta xwe ya li ser saziyên alîkariyê zêde dikin derdikeve.
Talîban bi rêya van saziyan, daxwazên xwe yên li ser civakê dide pejirandin.
Li ser van nûçeyan pirsên gelo Talîban ji van saziyan pereyê alîkariya digre tê kirin.
Li Efxanîstan piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê bo jin û zarokan vegeriya welatekî herî bê maf û heqê jiyanê.
Bi taybet li serhev qedexe û zextên li ser jinan tên zêde kirin.
Rewşên wiha di nav qada navnetewî de li welatekî din derbikeve bertek û nerazîbûnên mezin bi xwere tîne, lê dema mijar dibe Efxanîstan bêdengiyek balkêş heye ku didome.
Rêxistina Jinûve avakirinê li Efxanistanê (Sîgar) diyar kir ku gumanên wan hene saziyên alîkariyê ketine bin bandora Talîbanê.
Sîgar behsa bandora Talîban ya li ser saziyên alîkarî û mafê mirovan kir.
Li ser vê mijarê ragihandina Amerîka nêrînên Çavdêrê Giştî yê Amerîkî ji bo Nûavakirinê li Efxanistanê (Sîgar) parvekiriye ku dibêje;
“Talîban li ser saziyên alîkariyê, saziyên mafê mirovan bandora xwe zêde kiriye.”
Ev tespît ji aliyê hejmarek berpirsyarên di nav NATO de jî hatiye ser ziman û daxwaza pêşî girtina li vê rewşê hate kirin.
Sîgar: Talîban bi rêya saziyên alîkariyê deshilata xwe berfireh dike
Sîgar diyar dike ku bandora Talîbanê ya li ser saziyên mafên mirovan zêde bûye û dixwaze bi rêya wan saziyan desthilatdariya xwe berfireh bike. Sîgar xwest li ser pereyê ku bi navê alîkariyê ji bo van saziyan tê şandin kontrolek tûndtir çêbe.
Talîban herî dawî bi biryareke nû zarokên keç ji dibistanê durkiribû.
Bi biryara derxistî re zarokên keç tenê dikarin heta sala 3 dibistanê bixînin.
Ev jî tê wateya ku zarokên keç heta temenê 10 salî dikarin xwendinê bikin.
Cihên derfetên kar ji bo jinan çêdike jî têne girtin.
Lê dema mijar dibe jinên li Efxanistanê, biqasî pêwist dike bertek ji sazî û rêxistinên navnetewî ya cîhanê dernakeve.



