Şêniyên Minbicê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn.
Ev şehîd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê şer kirin e.
Di merasîmê de endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger amade bûn.
Merasîm li goristana şehîdan hate lidarxistin.
Di dawiya merasîmê de beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.