Li Çemçemal bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji aliyê çalakvan û rojnamevanên navçeyê ve çalakiyek şermezarkirinê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û têde hat xwestin ku hemû gelê Kurd li dijî karanîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne, rabin ser piyan û helwestê nîşan bidin.
Rojnamevan û Nivîskar Letîf Fatih Ferec ji Rojnews re axivî û got:
“Her çiqas exlaqekî şer heye û nabe di şeran de çekên qedexekirî werin bikaranîn, lê dewleta Tirk van hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û çekên kîmyawî û qedexekirî bikartîne.”
Her wiha Omer Şêx Hisên jî axivî û got: Ev jî şermezariye ji bo berpirsên Başûrê Kurdistanê. Dîrok wê van rojan bi rûpelên reş binivîse û li nava çavên partiyên Kurdî bide, ji ber bêdengin.”