Kenan Berekat: Divê şênî pabendî biryara qedexeya derketina derve bibin

Li ser mijarê jî, Hevserokê Desteya Karê Hindir a herêma Cizîrê Kenan Berekat û Berdevka fermî ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Rojîn Ehmed ji welatiyan xwestin ku li gorî bîryaran tevbigerin û xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li vîrusa korona biryara qedexeya giştî li bajarê Qamişlo, Hesekê û Reqayê ragihand û ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qedexeya beşî ragihand.

Hevserokê Desteya Karê Hindir a herêma Cizîrê Kenan Berekat tevlî bernama îroj a tevlzyona me bû û derbarê qedexeyê nirxandin kir.

Kenan Berekat ji şêniyan xwest ku li gorî biryarê tev digerin.

Desteya Tenduristiyê: Divê gelê me li gorî tedbîran tev bigerin

Berdevka fermî ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Rojîn Ehmed jî da zanîn ku pêla sêyemîn a vîrusê xeter e, bi lez belav dibe û bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê pêk bînin.

Rojîn Ehmed derbarê dirêjkirina qedexeyê de got biryar dê li gorî kesên ku rojane pê dikevin were standin.

Rojîn Ehmed da zanîn ku divê ne tenê ev biryar di gotinan de bimîne, ji ber hejmara pêketiyan bi destê şêniyan e.

Back to top button