Iraq: Divê Civaka Navdewletî bi cidî li ser dosya Kampa Holê bisekine

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên bang li civaka navdewletî kir ku bi cidî li ser dosya Kampa Hol a li Bakur Rojhilatê Suriyeyê bisekinin.
Fuad Hisên got, divê metirsiya kampê ya li ser asta herêmî û cîhanê were sinordarkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Brukselê di civînek çapemeniyê de behsa pirsgirêkên li Suriye û bandora wê ya li ser Iraqê kir.

Fuad Hisên da zanîn ku pirsgirêk û aloziyên li Suriye ku bandorek nerênî li ser gelê Suriye û gelên din ên herêmê dike, tenê dikare bi rêyên siyasî were çareserkirin.

Fuad Hisên di beşek axaftina xwe de îşaret bi metirsiya Kampa Holê jî kir û got:

“Iraq hertim daxwazê ji civaka navdewletî dike ku bi cidî nêzî metirsiya Kampa Hol a li parêzgeha Hesekê bibe.

Bi hezaran kes ji netewên cûda li wê kampê de hene.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên bang li civaka navdewletî kir ku bi cidî li ser dosya Kampa Hol bisekinin û metirsiya kampê ya li ser asta herêmî û cîhanê were sinordarkirin.

Iraq: Divê kampa Holê demeke kurt de were girtin

Back to top button