Civînên HDP û Partiya Çepên Kesk ên bi gel re destpê dike

HDP û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên di asta navendî de qedand û wê bi rêveberiyên xwe yên bajar û navçeyan û bi gel re bicive.
Piştî xwerexnekirinê û civînên gel wê xebatên konferansên xwecihî û navendî dest pê bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk civînên navendî yên nirxandina hilbijartinan temam kirin.

Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) di civînan de hin biryaran girtin.

Li gorî biryarên ku partiyan girtiye; wê li bajêr, navçe, taxan û gundan civînên gel li dar bixin.

Bi rêveberiyên bajêr û navçeyan re wê civînên rexnekirin û xwerexnekirinê bên kirin.

Hem di civînên gel de hem jî di civînên din de wê rewşa rêxistinî bê nîqaşkirin.

Nûnerên rêxistinên sivîl, rûspî, parlamenter û rêveberên partiyan wê tevlî civînan bibin.

Ev civîn wê 17’ê Hezîranê de dest pê bike û heta roja 27’ê Hezîranê bidome.

Di civînan de wê her welatî bikaribin biaxivin

Tê xwestin ku civînên gel ne li cihên girtî, li qadên vekirî bên kirin.

Di civînan de wê her welatî bikaribin biaxivin.

Piştî xwerexnekirinê û civînên gel wê xebatên konferansên xwecihî û navendî dest pê bike.

Back to top button