Doza Kobanê taloqî 20’ê Gulanê hate kirin

Îro Rûniştina duyemîn a ‘Doza Kobanê’ a li dijî HDP’ê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir.
Hevserokên Giştî yê berê ê HDP’ê Selahadin Demirtaş di rûniştinê de got ku Erdogan, Bahçelî û Soylû li cihê dadger rûniştine û cihê dozger jî medya alîgir rûniştine.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahadin Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya deng û dîmen beşdarî danişînê bû.

Selahadîn Demîrtaş destnîşan kir ku ew di serdemek ku siyaset ewqas qirêj bûye û rê li ber gendelî û bêsinciyan vekiriye ew û hevalên xwe bi awayên polîtîk tên darizandin.

Selahedîn Demîrtaş got ku Erdogan, Bahçelî û Soylû li cihê dadger rûniştine û cihê dozger jî medya alîgir û artêşa trolan rûniştine.

Di rûniştinê de parêzeran redkirina dadger bibîr xistin û gotin: “Ji xeynî tiştên lezgîn hûn ê tiştekî nekin. Lê belê vekolandina girtîbûnê rewşeke lezgîn e û em dixwazin hûn vê yekê lêkolîn.”

Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê jî rûniştin taloqî 20’ê Gulanê kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî di nav de 28 jê girtî 108 kes di vê dozê de tên darizandin.

Back to top button