Tûra yekem a hilbijartinên bo serokwezîrtiya Îngilîzistanê despê kir

Li Îngilîzistanê piştî ku Serokwezîr Borîs Johnson îstîfaya xwe ragihand, ji bo diyarkirina namzetên Partiya Mûxafazakar wê dengdaniya pêşîn îro were kirin.

Li Îngîlistanê ji bo serokwezîriyê 8 kesan namzetiya xwe îlan kirin.

Wê îro saet di 15.30’an de dengdaniya pêşîn were kirin.

Namzetên ku ji nav 358 parlementeran piştgiriya 30 parlementeran wernegirin wê ji namzetiyê bikevin.

Li gorî texmînan wê du yan jî sê namzet di dengdaniya îro de ji namzetiyê bikevin.

Piştî tûra duyemîn û heke hewce bike wê di 18’ê Tîrmehê de tûra sêyemîn a dengdaniyê were kirin.

Herî dawîn ji bo serokwezîriyê wê du namzet bimînin.

Li gorî medyaya Îngilîzistanê namzetên ‘dibe ku yek ji wan were hilbijartin’ ev in:

Wezîrê berê yê maliyeyê Rîshî Sûnak.

Nadhîm Zahawî yê ku Kurdekî ji Iraqê ye, wezîrê berê yê Karên Derve Jeremy Hûnt û Wezîra Karê Derve Lîz Trûss.

Di heman demê de Alîkara Wezîrê Bazirganiyê Penny Mordaûnt, Suella Braverman, Kemi Badenoch û Tom Tugendhat jî ji bo serokwezîriyê namzetiya xwe îlan kirine.

Back to top button