NY: Jimara sivîlên li Ukrayna hatine kuştin 5 hezar derbas kir

Bîlançoya şerê li Ukrayna giran dibe. NY ragihand ku ji ber şerê li welat heta niha bêtirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji 24’ê Sibatê ve ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê heta niha bêtirî 5 hezar sivîl hatine kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, çavdêrên li herêmê di rapora xwe ya heftane de diyar kirin ku ji ber şer 5 hezar û 24 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 6 hezar û 520 kes jî birîndar bûne.

Piştî şerê Cîhanêyê Duyemîn, şerê herî mezin yê li Ewropa niha li Ukrayna pêk tê.

Alî hevdu bi armanckirina sivîlan tewambar dikin.

Ukrayna: Di mijara genim de em nêzî lihevkirinekê bûne

Tevî van hemûyan, rêveberiya Kîev û Moskow di mijara genimê li Ukrayna de dixwazin bigihêjin encamekê.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba daxuyaniyek da.

Kuleba diyar kir ku beriya hevdîtinên li ser sewqiyata genim a li Stenbokê ew bi rêveberiya Moskow re nêzî gihiştina lihevkirinekê bûne.

YE13,8 mîlyar Euroyên Rûsya cemidand

Li aliyekî din, cezayên Yekîtiya Ewropa (YE) li dijî Rûsya didomin.

Komîserê Edaletê yê Komîsyona YE Didier Reynders diyar kir ku welatên endamên yekîtiyê ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê heta niha bi tevahî 13,8 mîlyar euro mal û milkên Rûsyayê cemidandiye.

Back to top button