Piştî ku erebeyeke leşkerî ya hikumeta Şamê li gundewarê rojavayê Derayê ji aliyê kesên nenas ve hate hedef kirin, careke din alozî derket.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku çekdaran êrişî seyareke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li derdora bajarokê Nafa a li gundewarê rojavayê Dera kir.
Lê tu agahî derbarê ziyanên canî nehate ragihandin.
Piştî wê, hêzên hikumeta Şamê li taxên bajarokê Nafa belav bûn û bi awayekî bêserûber gule reşandin, her wiha roket avêtin derdora herêma Sehim El-Colan a gundewarê rojavayê Derayê.
Hikumeta Şamê ji bo avakirina nuqteyên leşkerî derbasî Deraa El-Beled bû
Her wiha Hêzên hikumeta Şamê, bi armanca temamkirina pêkanîna şertên pêvajoya lihevkirinê derbasî Dera El-Beled bûn.
Li gorî heman çavkanî hikumeta Şamê wê bi polîsên leşkerî yên Rûsiyayê re dê nuqteyên leşkerî ava bikin û dest bi pêngava lêgerîna malan û kontrolkirina nasnameyan bikin.