“PDK dewsa hêzê dişîne qadên gerîla bila Kerkûkê biparêze”

Demên dawî ji ber pirsgirêkên ewlekarî û parastinê, êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê zêde bûne. Mamosta û Rojnamevanên navçeya Çemçemalê ev bang li PDK’ê kirin: Hêzên ku ji bo şerê li dijî gerîlla we li herêmê bicih kirine, bişînin Kerkûkê.

Mamosta Kawa Karwanî bi bîr xist ku Koalîsyona Navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê gelek alîkariyê bi hêzên pêşmerge re dike û got:

Bi salane alîkarî tê dayîn. Pêwîst dikir ku li dijî DAIŞ’ê bihata bikaranîn-

Lê tişta em dibînin berovajî ye. Ev çek ji bo şerê li dijî gerîlla têne bikaranîn.

Kawa Karwanî tekez kir divê her kes li dijî şerxwaziya PDK’ê ya li dijî gerîla dakevin qadan û wiha dewam kir:

Tişta gel li bendê ye ev e;

Pêwîst e PDK û PKK li kêleka hev şerê dijmin bikin, ne li dijî hev şer bikin.

Rojnamevan Siware Bîlal jî bang li PDK’ê kir ku hêza şandiye qadên gerîla vekişîne û wan bişîne Kerkûkê da ku kurdên li wir li dijî êrişên dagirkeran biparêze.

Sîware Bîlal diyar kir ku ev şerê niha PDK li dijî gerîla dike di berjewendiya dewleta Tirk de ye.

Back to top button