PISPOREKÎ NAVDEWLETÎ: IHTÎMAL HEYE TIRKIYÊ SU-57 JI DÊVLA F-35 BIKIRE

Nakokiyên navbera Amerîka û Tirkiyê her ku diçe kûrtir dibin..Nemaze mijara kirîna fûzeyên S400 ên Rûsî ku yek ji van nakokiyan e. Pisporekî navdewletî diyar kir ku eger Amerîka bêhtir zextê li Tirkiyê bike û balafirên F35 nede wê, wê Tirkiye balafirin Rûsî bikire.

Pispor Igor Koru-chinko rêveberê navenda analîzê ya bazirganiya çekan a navdewletî diyar kir ku eger Amerîka F35 neda Tirkiyê, belkî Tirkiye balafirên Su 57 yên Rûsî bikire.

Wezîrê Karên Derve Mewlût Çawîş Oglu gotibû Enqere wê alternatîvkê ji balafirên F35 re bibîne, eger Waşinton F35 neda me.

Pispor anî ziman ku ev cure balafir ji ya Amerîkî xurttir e û ihtîmal heye ku balafira Su 57 cihê F35 bigire.

Amerîka fişara xwe li ser Tirkiyê ku dest ji lihevkirina kirîna fûzeyên S400 berde zêdetir dike.

Tirkiye jî der barê vê yekê de bi israr e û ji biryara xwe danakeve.

Leave a Reply

Back to top button