Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê..Jimara qurbaniyên erdhêja 35 hezar derbas kir

Hejmara qurbaniyên erdhêja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 35 hezaran derbas kir. Li heremên erdhejê dîmênen gor ên komî hatine kolandin û tên veşartin zêde dibe. Heta niha jî alîkarî negihiştiye gelek mexdûran û hê jî erdhejok li navçeyê çêdibin. Di encama xebatên tespîtkirina xesarê ya li herêmên erdhejê de derketiye holê ku divê 50 hezar û 576 avahî demildest bên rûxandin.

Di 6’ê Sibatê de li Bazarcixa Mereşê du erdhej çêbûn û ev jî bû sedem ku li 10 bajarên bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Sûrîye keraset çêbibe.

Hejmara kesên di erdhejê de li bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane 35 hezar derbas kir .

Li gelek bajaran hêj bi hezaran kes di bin kavilan de ne.

Li gorî daneyên fermî, tê gotin hejmara qurbaniyan duqat zedetir e.

Li heremên erdhejê gorên komî hatine kolandin û cenaze tên veşartin.

Ev dîmenek ji goristana gundê Kerkut a navçeya Islahiye ya bajarê Dîlokê ye.

Li gund bi piraniya kesên li goristanê hatine veşartin, zarok in

Li Semsûrê jî ku yek ji bajarên zêde ji erdhejê bandor bûye, hêj jî mirov ji bin kavilan tên derxistin.

Li gorî agahiyên ne fermî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 11 hezaran.

Tê gotin, li goristanan carna 100 û carna jî 150 kes bi careke de li gorên komî tên veşartin.

Operatorê kepçeyê ku bi dilxwazî hate Semsûrê û milet ji bin kavilan derdixîne, diyar kir ku li dijî tiştên dîtine krîza giriyê derbas kiriye û got: “Ez bi kepçeyê bi ser hezaran mirovan de axê dirijînim. Goristan her tiştî dibêje.”

Heta niha jî alîkarî negihiştiye gelek mexdûran

Li navenda erdhejê Mereşê, navçe û gundên wê jî ji ber rûxandinê, gelek ziyan hene..

Li herêmê hê jî pirsgirêkên biewlebûnê û germkirinê nehatine çareserkirin û hê jî xebatên rakirina xirbeyan dewam dikin..

Rapora Tespîta Xesarê a Tirkiyê: Divê 50 hezar û 576 avahî zû bên rûxandin

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum diyar kir ku di encama xebatên tespîtkirina xesarê ya li herêmên erdhejê de derketiye holê ku divê 50 hezar û 576 avahiyên zirar dîtî demildest bên rûxandin.

Back to top button