Wezareta Tenduristiyê ya Şamê: Li herêmê me hezar û 414 kesî jiyana xwe ji dest da

Pîlançoya qurbaniyên erdheja li Sûriyê girantir dibe.
Wezareta Tenduristiyê ya Hiikmeta Şamê li herêmên xwe dane dawî da û diyar ku di encama erdhejê hezar û 414 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 457 kes birîndar bûn. Çavdêriya Sûrî jî ragihand ku li Sûriyê di encama erdhejê 5 hezar û 538 kesî jiyana xwe ji dest dan.

10 roj li ser erdhejê re derbas dibin û wêraniya ku li Sûryê çêbû gelekî mezin e.

Roj û seatên pir zehmet li ser malbatên ku mirovên wan di bin avahiyên hilweşiya yî de mane derbas dibe.

Heta niha gelek kes hîne ji bin kavilan nehatine derxistin.

Di xebatên Lêgerînê de her ku qatek ji avahiyekê tê rakirin, hejmara qurbanî û birîndaran eşkere dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmetê Şamê der barê encama erdhejê de daneya dawî da.

Wezaretê diyar kir ku di encama erdhejê de hezar û 414 kesî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 457 kes birîndar bûn.

Daneya ku wezartê daye tenê herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê digire nav xwe.

SOHR: Di erdheja li Sûrî zêdetirî 5 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku di erdheja li Sûiriyê de 5 hezar û 538 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Çavdêriyê diyar kir ku ji wan 2 hezar û 87 kes ji herêmên hikûmetê û 3 hezar û 451 kes li herêmên dagirkirî ne.

Her wiha çavdêriyê diyar ku ji bilî van, hezar û 636 welatiyên Sûrî li Tirkiyê di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button