Ciwanekî 32 salî di gîrtîgeha çeteyan de bi êşkenceyê hat kuştin

Hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibe.
Welatiyekê Efrînê ji ber êşkenceya li girtîgeha çeteyan jiyan xwe ji dest da.
Zarokekî 11 salî li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata bi êşkencey aku çeteyan lêkirin û bi giranî birîndar bû.
Li gundê Dêr Sewanê jî 2 jin hatin revandin.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê bê navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku ciwanekî Efrînê di bin êşkenceya li girtîgehên çeteyan de jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê bi navê Ciwan Ebdilhenan yê 32 salî ku ji gundê Xirabê Şera ya navçeya Şera ye, ji sala 2020’an di girtîgehên çeteyan de ye.

Malbata Ciwan gotibû wan tu agahî ji wê demê ve jê negirtibûn.

Malbata Ciwan diyar kirin kurê wan dema dixwest derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê çeteyan hate girtin.

Malbat dibêje Ciwan di girtîgehên çeteyan yên li Idlibê di bin êşkenceyê de hatiye kuştin.

Çeteyan li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata êşkence li zarokekî 11 salî kir

Li gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata, çeteyên dewleta Tirk êşkence li zarokekî 11 salî kirin.

Çeteyan bi hincetên ku nakeve serê mirovan êşkence li zarokê bi navê Alan Mihemed Hiso kir.

Hate zanîn ku zarokê 11 salî ji ber êşkenceya giran rakirin nexweşxaneyê.

Beriya vê çeteyan birayê Alan girtin, êşkence lê kirin, û di berdêla berdana wî de pere wergirtin.

Çeteyan 2 jin revandin û ji bo berdana wan pere ji malbata wan girtin

Kiryarên çeteyan ne tenê li dijî welatiyên resen ên Efrînê ne, li dijî malbatên li Efrînê hatine bicihkirin jî têne kirin.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyan jinên malbatên çeteyan bi xapandinê tînin gundê Dêr Sewanê da ku qaşo wan derbasî Tirkiyê bikin.

Hate zanîn çeteyan piştî jinek û keca wê anîne gundê Dêr Siwanê ji bona wan derbasî Tirkiyê bikin, ew revandine û ji bo berdana wan fidye ji malbata wan wergirtin.

Back to top button