Li herêma Kurojahro ya Zapê li dijî gerîla çekên kîmyewî hatiye karanîn

Ajansa Firatê dîmenê nû yê karanîna çekên kîmyewî li dijî gerîla weşand.Derket holê ku dewleta qirker li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê li dijî gerîla çekên kîmyewî karaniye û di encama vê sûcê dagirkeriyê de 6 gerîla şehîd dibin.

Dewleta Tirk di salên 2021 û 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek êrîşên kîmyewî kiribû.

Di van êrîşan de 90 gerîla şehîd bûbûn. Heta niha bi gelek dîmen û belgeyan hate îspatkirin ku dewleta Tirk bombeyên qedexe û gazên kîmyewî bi kar aniye.

Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê dîmenên nû gihiştin ber destê ajansa Firatê.

Ev dîmen careke din dide nîşan dide ku dewleta Tirk sûcê şer dike.

Vê dîmena pêşîn a ku ajansa Firatê-ANF’ê bi dest xistiye li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê ye.

Dîrok 25’ê Gulana 2022’an .

Li gor ajansê artêşa qirker sê rojan bênavber bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li djî gerîlayên li herêma navborî kartînin.

Di encama van êrîş û teqînan de 6 gerîlayên azadiyê şehîd dibin.

17 Gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

ANF’ê Dîmenên gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bandor bûn belav kir

Back to top button