“Heremên dagirkirî bûye navenda DAIŞ û hêzên terorîst”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li gel
dewleta dagirker şer dikin, heremê dagirkirî bûye cihê rakirina ala DAIŞ’ê û bûye navenda belavkirina fikirê tundrew yên DAIŞ û komên terorîst û cîhadîst.

Bi dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, herêmên dagirkirî veguherîn stargehên çeteyên DAIŞ’ê.

Dewleta dagirker ji bo temamkirina projeyên xwe yên dagirkeriyê bibe serî li dijî sûriyan, wan çeteyan xwedî dike.

Êrişa li ser girtîgeha Sîna ya Hesekê û Operasyona li kampa Holê; gelek belge û mûkirhatinên çeteyên DAIŞ’ê de piştgiriya dagirkeriya Tirk ji çeteyên DAIŞ’ê re piştrast kir.

Têkildarî Mijarê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena ji ajansa Hawarê axivî

Matay Hena balkişand li se hebûna çeteyan taybet li Serêkaniyê û Girê spî û got:

“Ji roja yekem a dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî, me piştgiriya dewleta Tirk ji çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ re dît.

Ew bi xwe komên ‘terorîst’ yên DAIŞ û El Qayîdeyê ne.

Dewleta dagirker ew herêm kirin cihekî ewle ji bo çeteyên DAIŞ û komên terorîst. Niha li van herêman çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve tên rêxistinkirin.”

Hena dazanîn ku dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wî van heremên dagirkirî sûcên şer li dijî şêniyên resen ên li heremê dike.

Hena di dawiya axftina xwe da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê dagikeriya Tirk wan xwedî dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Îro em dibînin ku yên çeteyên DAIŞ’ê piştgiriya dagirkeriya Tirk dikin û li kêleka wan şer dikin, ev herî dawî li Til Temirê xuyakir.

Tenê nav û cilên xwe guhertine da ku di hembêza dewleta Tirk a dagirker de bi ewle bin.

Herêmên dagirkirî bûne navenda bilindkirina ala reş û fikirê tundrew yên DAIŞ û komên terorîst û cîhadîst.”

Back to top button