Malbata Ş. Serdem dê dozê li Tirkiyê veke

Malbata gerîlayê HPG’ê Serdem Agirî ku di êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bû, dê dozê li Tirkiyê veke.

18’ê Cotmehê Fermandariya Biryargeha NPG’ê şehadeta 17 gerîlayan bi çekên Kîmyewî ên dewleta Tirk ragihand.

Di nava wan 17 gerîlayan de, şehîd Serdem Agirî jî hebû.

Bavê Ş. Serdem, Mihemed Ebdî da zanîn ku ew li dijî vê sûcî dozê li dewleta Tirk a dagirker vekir û ev tişt anî ziman:

“Kurê min di êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyê li dijî çiyayên Kurdistanê de şehîd bûbû. Laşê kurê bi van çekan hat şewitandin.”

Mihemed Ebî bang li hemû parêzeran kir ku dozekê li gel aliyên hiqûqî yên cîhanê ji bo hesabkirina dewleta Tirk vekin.

Back to top button