Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD: Em ji jiyana hevalên xwe bi fikar in

Ti agahî ji endamên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku PDK’ê ew li Hewlêrê revandin, nayê girtin.
Nûnertiyên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê kirin ku endamên wan berde.

Ji 10’ê Hezîranê ve nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin..

Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li başûrê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenûsa endamên xwe li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê diyar kirin ku ji roja endamên wan hatine binçavkirin ti agahî ji wan wernegirtina.

Aliyan gumaniya xwe li ser jiyana hevalên xwe anîn ziman.

Her wiha hat destnîşankirin ku kiryarên bi vî rengê û di pêvajoyekê wiha de tê wateya lewazkirina destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê girtina endamên xwe şermezar kir û banga berdana wan jî kir.

Di dawiyê de bang li hikumeta başûrê Kurdistanê, parlamenta herêmê hat kirin ku li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin.

Back to top button