Hekem Xelo: Eger Garê were dagirkirin dê armanca duyemîn a Tirkiyê PDK’ê be

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bang li PDK’ê kir ku beşdarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Garê nebe, ji ber bi dagirkirina Garê re, wê armanca Tirkiyê ya duyemîn PDK’ê be.

Hekem Xelo mixabiniya xwe anî ziman ku ji axeke Kurdî, herêmeke Kurdî tê êrîşkirin û teqez kir ku eger Garê hat dagirkirin, PDK jî wê li ser destê heman dagirkerî bê tunekirin.

Ji berbanga 10’ê Sibatê ve dewleta Tirk a dagirker bi balafir û helîkopteran êrîşî herêma Garê dike.

Gerîlayên HPG’ê jî li hermber van êrîşan bi lehengî û bi berxwedaneke mezin bersivê didin û derbên giran li dagirkeran dane û didin.

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bi navê tevahî pêkhateyên deseteyê Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen, Keldan û Asûr êrîş şermzar kirin.

Hekem Xelo destnîşan kir ku eger Garê were dagirkirin, dê armanca duyemîn a Tirkiyê têkbirina Başûrê Kurdistanê û bidawîkirina PDK’ê be.

Li gorî Xelo, pêwîstî bi kongreyeke neteweyî ya Kurd di zûtirîn dem de heye û divê hêzên Kurdî, bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bixebitin.

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo di dawiyê de bang li PDK’ê kir û got:

“Di dîroka partiyê de helwestên welatparêziyê hene, em hêvî dikin ku ev nirxên dîrokî werin parastin û beşdarî êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nebe.”

Deham El-Şiblî: Êrîşa li ser Garê bi hevkariya Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk tê

Di heman çarçoveyê de, rûspiyê êla El-Hews, şêx Deham El-Şiblî anî ziman ku êrîşa li dijî Garê li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter e û destnîşan kir ku ev êrîş bi hevkariya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk tên.

Deham El-Şiblî bang li rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên li Iraqê kir ku li hemberî van êrîşan bisekinin

Back to top button