Parlementoya Iraqê pêwendiyên li gel Îsraîlê bi temamî qedexe kir

Doh li Parlementoya Iraqê qanûneke balkêş hate îmzekirin.
Li gorî vê, Saziya pêwendiya li gel Îsraîlê wê weke sûcekî giran were qebûlkirin.
Cezayê wê jî darvekirin û di hin rewşan de girtina heta hetayê ye.

Civîn bi tevlîbûna 275 endamî hat lidarxistin.

Reşnivîsa li ser qanûna qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê gotûbêj hatin kirin.

Di civînê de qanûn bi piraniya dengan hate erêkirin.

Parlemnto biryar weke serkeftina gelê Iraqê binav kir.

Li gorî yasayê,

Her curê peywendiyên takekes an jî komî li gel Îsraîlê, ki hundir û derveyê Iraqê weke sûc hate pejirandin.

Cezayê wê jî darvekirin û li gorî hin rewşan cezayê zindanê yê heta hetayê.

Kesên ku dikevii ber cazeyê jî ev in:

  • Welatiyên Iraqê, karmend û berpirsên hukumetê, xebatkarên gelemperiyê, leşker û kesên biyanî yên li Iraqê bicih bûne.
  • Hemû saziyên dewlet û desthilatdarên federal û desteya serbixwe.
  • Hukumetên herêmî û desteyên parlementoyê.
  • Walî û meclisên parêzgehan.
  • Saziyên ragihandinê yên Iraqê.
  • Sazî û rêxistinên civakî yên li Iraqê.
  • Şîrketên taybet û saziyên hilberînê yê biyanî.
Back to top button