“Helwestên Êzidiyan bikin armanc, xeterin û nabe ku bên qebûlkirin”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî provokasyonên li dijî Êzidiyan daxuyaniyek da û got: “Em bang li derdorên siyasî yên Iraqê dikin ku li hemberî van polîtîka û helwestên şaş xwedî helwest bin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, têkildarê provokasyonên li dijî Êzidiyan, daxuyaniyeke nivîskî da wiha got:

“Êzidî civakek in ku rêzdariyê ji bo hemû baweriyan û aştiya navbeyna baweriyan ji xwe re dike esas û çand û baweriyeke kevintirîn a cîhanê ye

Ji ber Kurd in û civaka kevintirîn a çand û baweriyê ne, bi caran êriş li wan hatine kirin, hatine qirkirin.

Herî dawî meha Tebaxê ya sala 2015’an li ber çavên hemû cîhanê rû bi rûyê qetlîama DAÎŞ’ê bû.

Hêj jî dîmenên qetilkirina bi hezaran jin û ciwanên Êzidî bi hovîtî û nemirovî, di bîra alema cîhanê de ne.

Tevî ku Êzidî di dîrokê de rû bi rûyê her êrişê bûne, hemû hebûna xwe li ser axa xwe parastiye.

Hem jî êrişê tu gel û baweriya ne ji wan be nekiriye, bi mirovên ji baweriyên din re bi awayekê aştiyane jiyan kirine”

KCK’ê li dijî hemû êrişên bi armanca înkar û qirkirina Êzidiyan ev bang kir:

“Pêywîste li ser asasê parastina hebûn û nasnameya siyasî-çandî û baweriyê ya Êzidiyan, piştgirî ji bo berxwedan û têkoşîna gelê Şengalê bê dayîn.”

Back to top button