Erdogan dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê ji bo hilbijartinan bikartîne

Erdogan ji bo bikaribe di hilbijartinan 14’ê Gulanê de dengan bi dest bixe propaganda ya dagirkeriyê dike. Li xwe mikur hat ku pîlanên xwe û kiryarên xwe yên qirkirinê çawa rewa dike. Dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê carek din vegot.

Di komara Tirkiyê de hilbijartinê herî giring pêktên.

Erdogan jî him hewl dide dagikeriya xwe di raya giştî de rewa bike, him jî çawa petrol û dewlemendiyên li Kurdistanê weke amurekî hilbijartinê bikartine û di ser vî de jî hewil dide civaka Tirkiyê bixapîne.

Erdogan ji bo carek din bikaribe, li ser deshilatdariyê bimîne hemî rê û rêbazên propaganda yê bikartinê.

Di propaganda ya hilbijartinê de dijberîya xwe ya nijadperst û dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan dike.

Serokkomarê Tirk li xwe mikur hat ku qirkirina Kurdan rewa ye

Erdogan di tevahi salên deshilatdariya xwe de li Kurdistanê çawa bin erdên wî yên dewlemend talan kir, li dijî Kurdan çiqas dijminatîya xwe raber kiriye, li xwe mikur hat.

Dîsa carek din hewil dide civaka Tirkiyê re bibêje ku ”va me çiqas Tirkiye mezin kiriye.

Back to top button