Bi dîmen.. Li Qamişlo endamekî Dîfaa El-Wetenî hat kuştin, yek jî birîndar bû

Hêzên Amerîka li gundê Xerbit Emo yê Qamişlo endamekî Difa El-Wetenî kuştin û yek birîndar kirin.

Hêzên Amerîkî vê sibehê xwestin derbasî gundê Xirbet Emo yê rojhilatê bajarê Qamişloyê bibin.

Komek ji endamên Difa El-wetenî yê rêjîma sûrî rê neda hêzên Amerîkayê ku derbasî gund bibin.

Endamên çekdar yên Dîfa El-Wetenî dema xwest ala Amerîka ji ser erebeyê rakin û ala xwe deynin hêzên Amerîka gule barandin..

Di encamê de endamekî dîfa El-Wetenî hat kuştin yek jî birînda bû.

Hate zanîn rojnemevanên xwestin bûyerê bişopînin, ji aliyê çekdarên Difa El Wetanî ve hatin gulebaran kirin.

Heta niha li herêmê alozî didome. Makîneyên leşkerî yên Amerîkî li nava gund de asê mane.

Li gora çavkaniyan balafirên şer yên Amerîkî li ser herêmê digerin.

Berî niha jî endamên çekdar yên Dîfa El Wetanî rêya makîneyên leşkerî yên Amerîkî li der dora Qamişlo girtibûn.

Back to top button