Ferîde Alkan: Şerê gel ê di bin pêşengiya PKK’ê de xwe dispêre dîrokeke dirêj

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan Bi PKK’ê re em weke gelê Kurd, jinên Kurd û hemû civaka Kurdistanê ji nû ve zindî bûn û bilez em gihiştin îradeya şoreşgerî.
Ferîde Alkan cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê jî pîroz kir û bang li herkesî kir ku bi awayekê çalak tev li şerê gel ê şoreşgerî bibin.

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna 50 salan a PKK’ê ji ANF’ê re nirxand.

Ferîde Alkan diyar kir ku berxwedana gel an jî şerê gel ê li Kurdistanê xwedî dîrokeke bi qasî dîroka mêtingeriyê ye û ev tişt an ziman:

“Di pêvajoya PKK’ê ya pêncî salî de ku bi pêşengiya Rêbertiya me dest pê kir de gelê me li gorî berê bi zanebûn, rêxistinbûyîn, plansaz û îradetir, bawermendtir û bi hêztir bûye.

Lê gelê me beriya derketina partiya me PKK’ê her tim li ber xwe daye û her tim di nava rewşeke serhildan de bûye..”

Ferîde Alkan: PKK’ê di qonaxa komê de pênaseya şerê gel qezenc kir

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan da zanîn ku PKK di qonaxa komê de pênaseya şerê gel qezenc kir û wiha got:

“Bi PKK’ê re em weke gelê Kurd, jinên Kurd û hemû civaka Kurdistanê ji nû ve zindî bûn û bilez em gihiştin îradeya şoreşgerî.

Bi vî rengî şerê gel a li dijî mêtingeriyê, ji nû ve destpê kir û bê navber 50 sal in jî bi baweriyek bê hempa, înat û bi girêdana serkeftinê tê meşandin.

Helbet di şert û mercên ku li ser navê Kurdîtiyê hêvî, cesaret û zanebûn nehatî hiştin de, PKK weke têkoşîna komekî pêşeng destpê kir.

Lê ji ber ku yên PKK ava kirin ji nava gel derketin û têkoşîn hîna di demê destpêkê de bû têkoşîna gel û hîna dema ku kom bû, pênaseya şerê gel qezenc kir.”

“Şerê Gerîla li dijî dewleta faşîst a qirker biryardariyeke mezin û îradeyeke ji pola îfade dike”

“Şerê gerîla li dijî mêtingeriya li Kurdistanê û li dijî dewleta faşîst a qirker bû pêngaveke dîrokî ya vejînê.”

Bi van gotinan Ferîde Alkan balkişand pêngava 15’ê Tebaxê û ev nirxandin kir:

“Pêngava 15’ê Tebaxê weke şoreşa vejînê ket dîroka me

û bû pêkanîna bendewariyên mezin a ku bi sedsalan gelê me hêvî dikir, temsîl kir.

Bi pêşengiya Egîdê gelê me, fermandarê me yê efsanewî Mahsûm Kormaz li Botanê şerê gerîla destpê kir.

Bi vê rengî xeta gerîla ya ku li hemberî zehmetî û şert û mercan xwedî ruh, hişmendî, bawerî û îradeya serkeftinê ava bû.”

Di dawî de Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kir û bang li herkesî kir ku bi awayekê çalak tev li şerê gel ê şoreşgerî bibin.

Back to top button