Rejîma Îran û Tirkiyê di salekê de 67 kolber li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kuştine.
Li gorî daneyên dawî yên malpera Kolbernews’ê, di sala 2020’an de 67 kolber li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi destê çekdarên Îran û Tirkiyê hatine kuştin û 163 jî birîndar bûne.
Kolbernews’ê da xuyakirin ku, ji 67 kolberan, 53 bi guleyên rejîma Îranê û 6 jî bi guleyên hêzên Tirkiyê hatine kuştin.
2 di nav berfê de, 2 di çem de û 4 kolberan jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Kolbernews’ê diyar kir ku, ji 163 birîndaran, 130 kolber bi guleyên hêzên Tirk û Îranê birîndar bûne.
Êrîşên li dijî kolberan heta roja îro dewam dikin.