Parlamenterê YNK’ê Cemal Hewêz: Ev êriş encamê bêdengiya hikûmeta Iraq û ya herêmê ye

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Herêmê Cemal Hewêz, diyar kir ku êrişa li ser Mexmûrê êrişa li hember kerameta Başûrê Kurdistan û Iraqê ye û nayê qebûlkirin. 

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Cemal Hewêz li dijî êrişên dewleta Tirk nerazîbûn nîşanda û got:

“Bombebaranên ku dewleta Tirk rojane dike, xiyanete, şikandina şeref û keramata gel û xaka me ye.

Ev êriş bêrêziya li beramberî xaka Kurdistanê ye û ji ber tevliheviya li Iraqê heyî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne.

Serweriya Iraqê nemaye, ji ber wê rojane xaka wê tê binpêkirin.”

Her wiha Cemal Hewêz da zanîn divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê li dijî êrişan nerazîbûna xwe nîşanbide û divê bizanibe wateya bêdengiya li beramberî êrişan ji aliyê herkesê ve tê zanîn, ger ev bêhelwestî berdewam bike wê dewleta tirk her êriş bikin.

Back to top button