LI TIRKIYÊ HILBIJARTINA HERÊMÎ STRATEJIYA HDP’Ê AKP’Ê BIBIN XIST

Ji doh û heta îro, her kes dipirse, tevî ku hejmara şaredariyan ên hatine bidesxistin ne zêde ne, HDP’ê çawa di hilbijartina herêmî de bi ser ketiye.. Xuya ye, vê carê HDP’ê serkftina xwe bi binketina AKP’ê ve girê da.. Lewma weke serketina strtejiya xwe pênase dike..

Di hilbijartinên Herêmî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de kê serkeftina mezin bi dest xist; bi gotineke din stratejiya kîjan partiyê gihişt serî..

Li gorî encaman, ger mirov binêre, rêjeya mezin a şaredariyên Tirkiyê, di destê AKP’ê de ne…

Lê eger mirov ji koşeyek din lê binêre encam cuda ye…

Li piraniya herêmên Bakurê Kurdistanê ji xwe HDP’ê serkeftina xwe ragihand..

Lê belê HDP’ê vê carê ku her kes matmayî hişt, strtejiyek cuda pêk anî..

Di her salê de, HDP’ê namzetên xwe li bajarên mezin mîna Stanbol û Enqere û her wekî din nîşan dida..

Vê carê HDP’ê beriya hilbijartinê ragihand ku, ew ê namzetan li wan deveran erkedar neke…

Mebesta vê gava HDP’ê di encama hilbijartinan de bi awayekî zelal, derket holê..

HDP’ê biryar da ku dengê xwe yê stratejîk bi kar bîne û li van deveran, AKP’ê bibin bixîne..

Lewma di hilbijartina dawî de, AKP’ê Stanbol û Enqereji dest da û ketin destê CHP’ê..

Balkêş e ku rêjeya dengê herdû aliyan nêzî hev bû..

Lê em ji bîr nekin, li van hersê bajaran vê carê HDP’ê bi nêzî 3 Milyon deng li dijî AKP’ê bikar anî an jî da namzetên CHP’ê..

Ji lewre mirvo dikare bêje serketina CHP’ê bi saya dengê Kurdan e..

Di encamê de AKP”ê bibin ket û stratejiya HDP’ê gihişt serî..

Binketina AKP’ê di van bajaran de tê çi wateyê..??

Weke ziyana yekemîn, lîreya Tirkî li hemberî dolrarê Emerîkî ji 5.55 daket, 5.65’an..

Ji xwe çavdêr dibînin ku, yên Stanbol û Enqere bi rêve bibe, mîna ku Tirkiyê bi giştî bixe destê xwe ye..

Her wiha Enqere û Stanbol weke dilê aborî û geştiyariya Tirkiyê tên dîtin..

Ya herî zehmet ji bo kesayeta Erdogan jî ev e, sala 1994’an weke gava destpêkê di Hikûmetê de, Serokê Şaredariya Stanbolê bû..Piştî 15 sala ji wî bajarî tê bidûrxistin..

Helbet encamên wê di rojekê û du rojan de diyar nabe, ya rast bi vê yekê dê alîgirên AKP’ê jê dûr bikevin..

Nexasim ku Siyaseta şaş a AKP’ê welat bi krîzeke aborî re rû bi rû hiştibû..

Piştî derbasbûna vê hilbijartinê û li gel hemû girtin, binçavkirin û astengiyan jî, HDP’ê îradeya gelê Kurd derxist asta herî jor..

Di dawiyê de mirov dikare silogana HDP’ê ya beriya hilbijartinan bibîr bixe..

“Serketina li Bakurê Kurdistanê û derxistina bajarên mezin ji destê AKP’ê, serketina herî mezin ji bo HDP’ê ye”

Leave a Reply

Back to top button