Artêşa Tirk li Amed û Şirnexê bi rojane daristanan dişewitîne

Artêşa tirk a dagirker bi hinceta şerê li herêmê, xwezaya kurdistanê dişewitîne. Bi rojane, agir bi daristanên Lîceya Amed û çiyayê Cûdî ya Şirnexê xistiye.

Duh agirê li navçeya Qereqoçanê ya Xarpêkê ketî hîna jî dewam dike.

Îro jî dîsa agir bi daristana li herêma Navçeya Licê ya Amedê ket.

Li hemberî şewatê dewleta tirk bi xemsarî tevdigere.

Serokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeyê, anî ziman ku beşek şewata daristanê hatiye vemirandin û hê jî herêmên ku nexistine kontrolê hene.

Li aliyê din li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî agir bi daristanê Girê Milka Tîkerê ket.

Hat diyar kirin ku ji ber gule barandina leşkeran şewat derketiye û li herêmê belav dibe.

Şewata berî 4 rojan li Çiyayê Gabarê rû da jî, duh di saetên şevê de ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.

Back to top button