ÎHD: Di 6 mehan de 769 kes hatine binçavkirin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxuyaniyekê binpêkirinên 6 mehên despêkê yên 2020 bi raya giştî re parve kir. Komeleyê diyar kir ku di vê demê de, 769 kes hatine binçavkirin û ji wan 132 kes hatine girtin.

Her wiha bi ser 638 malan û cihê kar de hatine girtin. Alîkara hevserokên giştî yê Komeleyê ev tabloya binpêkirina mafan bi “tirs” binav kir.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a Bakurê Kurdistanê ya 6 mehên destpêkê yên sala 2020’an bi civîneke çapameniyê eşkere kir.

Rapor, li avahiya ÎHD’ê ya Amedê bi çapameniyê re hat parvekirin.

Beriya eşkerekirina raporê Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray destnîşan kir ku li herêmê li şûna çareseriya Pirsgirêka Kurd desthilat di polîtîkayên şer de israr dike û ev jî di civakê de dibe sedema tirseke mezin.

Bataray, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya şer û tundiya li ser jinê jî got, bêalîbûna darazê nemaye.

Piştre Nûnerê ÎHD’ê yê Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr Abdusselam Înceoren rapora binpêkirinên mafan ku amade kiribûn aşkere kir.

Li gorî vê,

Li herêmên şer lê hene, li bajaran di sînor ê 13 navçeyan de 8 caran weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin.

Li 62 gundên 3 navçeyên 3 bajaran 7 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Cenazeyê endamekî rêxistinê bi Postê ji malbata wî re şandin.

8 caran gorên endamên rêxistinê hatine hilweşandin.

Di vê pêvajoyê de 20 jinan xwe kuştin û li 204 zarokan jî tundiya zayendî pêk hat.

Komeleyê îşaret bi zextên li girtîhan kir û wiha got:

61 kes li cihê binçavkirin tundî li wan hat kirin.

22 girtî jî li girtîgehê êşkence û memeleya xirab li wan hat kirin.

Dîsa 441 girtî bêyî ku hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin.

Mafê 35 girtiyan jî hatin binpêkirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ragihand ku tenê di nava 6 mehên despêkê de, zarok û jin di nav de 769 kes hatine binçavkirin û ji wan 132 kes hatine girtin.

Her wiha bi ser 638 mal û cihê kar de hat girtin.

Back to top button