Gelê Kerboranê Silêman Soylu protesto kirin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu li Kerboranê çû serdana esnafan, esnafên navçeyê jî li hember Soylo deriyê xwe girtin.

Suleyman Soylu ji bo “Civîna Ewlekariyê ya Bajar” çû Mêrdînê.

Piştî civînê, Soylu çû Kerboranê û xwest biçe serdana esnafan.

Soylu, bi konvoyekî bi dehan wesayîtan çû serdana esnafan.

Esnafên Kerboranê ku bihîstin wê Soylu bê serdana navçeyê, deriyên dikanên xwe girtin.

Li navçeyê tenê 4 dikan vekirî mabûn û Soylu piştî serdana wan, neçar ma ku serdana xwe di nêvî de bihêle.

Back to top button