Li Zapê yek jê payebilind 12 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya girêdayê Zapê li dagirkerên Tirk xist. Yek jê payebilind, 12 dagirker hatin cezakirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên nava HPG’ê, gerîlayan li Qada Girê Cûdî ya Girêdayî herêma Zapê çalakiyên bi bandor li dar xistine.

Di encama çalakiyên ku yek jê payebilind 12 dagirker hatin cezakirin de pevçûnên dijwar rû daye.

Hat diyarkirin ku cenazeyên dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ne.

Back to top button