Artêşa Tirk a dagirker şeva din 3 gundên navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê navber dewam dikin.
Doh careke din artêşa dewleta Tirk a dagirker berê topên xwe da herêmê û bi dijwarî topbaran kir.
Vê carê gundê Gozeliyê, Şêx Elî û Qibor Qeracine yên Til Temirê bûn armanca êrişên dagirkeriyê.
22’ê vê mehê jî dewleta Tirk bi guleyan êrişî gundê Sermisaxa Jorîn ê navçeya Girkê Legê kir.
Di encamê de 4 seriyên pez ên şêniyên gund telef bûn.