Mihemed Ocalan derbarê tecrîdê de axivî

Biryarê Rêber Apo, Mihemed Ocalan bertek nîşanî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo da û diyar kir ku ji bo xwîn li Rojhilata Navîn bes bê rijandin divê deriyê Îmraliyê vebe. Mihemed Ocalan ji bo şikandina tecrîdê bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin.

2 salin agahî ji rêber Apo nayê girtin. Hemû serlêdanên hevdîtinê jî tên redkirin.

Biryarê rêber Apo, Mihemed Ocalan derbarê tecrîda giran de axivî û bertek nîşan da.

Mihemed Ocalan: Tişta tê kirin dûrê qanûnê ye

Mihemed Ocalan diyar kir ku tişta tê kirin dûrî qanûnê ye û ev tişt anî ziman:

”Li gor qanûnên Tirkiyê mafê malbatê heye ku hevdîtinê bike.

Lê tişta ku tê kirin ne bi hiqûqê ne bi demokrasiyê û bi mirovahiyê re jî nayê pênasekirin.

Ev yek li tu cihî tune ye. 2 sal in haya me ji her 4 girtiyên li Îmraliye tune ye.

Ev yek nayê qebûlkirin. Qanûnên xwe jî dikine bin lingan. Ev xetereyeke mezin e.”

Mihemed Ocalan: Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin

Mihemed Ocalan bal kişand ser bêdengbûna CPT’yê û saziyên navneteweyî jî û got:

”Haya CPT’yê û hemû saziyên navneteweyî ji vê yekê heye.

Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ’em demokrat in û mirov in’ divê weke mirovan li dijî vê yekê rabin.

Û divê bertekeke tund nîşan bidin ku rêya Îmraliye vebe.

Vekirina rêya Îmrailyê ne tenê ji bo keseyatekî ye.

Li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin. Ji bo pêşî li vê xwînê bê girtin, divê deriyê Îmraliyê vebin.”

”Divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin”

Mihemed Ocalan bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe xurtir bikin û wiha bi dawî kir:

”Banga min ji Kurdan re ku têkoşîna xwe li her derê xurtir bikin.

Ji ber ku ji bilî vê yekê tu çareya me tune ye.

Heke em têkoşîna xwe bi zanebûnî bikin û yekîtiya kurdan ava bikin dê di siberojê de bandora vê jî mezin bibe.

Heger deriyên Îmraliyê vebin wê gelek pirsgirêk çareser bibin.

Ji ber vê yekê divê rojek berî rojekê deriyê Îmraliye bê vekirin. Banga min ji bo hemû kesan ev e.”

Back to top button