“Min dev ji hêviya xwe berneda û gihiştim armanca xwe”

Tevî ku nebîna ye jî ev yek li pêş xewna wî ya nivîsandina pirtûkekê li ser bikaranîna komputerê bi zimanê kurdî nebû asteng û bi hêvî ye ku aliyên têkildar pirtûkê çap bikin.

Heyder 27 salî ye û ciwanekî kobanê ye.

Di 18 saliya xwe de şiyana xwe ya dîtinê ji dest daye.

Heyder tevî 4 ferdên malbata xwe dema temenê wan dibe 18 sal dîtina xwe ji dest didin.

Ji biçûkaniya xwe ve Heyder hêvî dikir pirtûkekê bi zimanê kurdî binivîse.

Heyder ji bo vê yekê dibêje:

“Ji 11 saliyê ve ez fêrî bingehên komputerê dibûm.

Şoreşa Rojava ji min re bû derfeteke dîrokî.

Hişt ku ez dest bi fêrbûna zimanê kurdî bikim”.

Mehmûd diyar kir ku ji bo ku ew xewna xwe pêk bîne kedek zêde dide ..

Lê bi demê re roniya çavî wî ber bi windakirinê ve diçe û wiha dewam kir :

Min birayê xwe Yezen li kêleka xwe fêr kir û ew niha mîna çavê mine .

Piştî keda bi salan pirtûka ku ji nêzî 140 rûpelî pêk tê pêşkêşî saziyên çandê hatiye kirin .

Back to top button