Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Dergeha Sêmalaka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistne di roja 13’an de dewam dike.
Îro jî bi sedan Şêniyên herêmê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya îro de j bang li PDKê kir ku cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan bike û dest ji hevkariya dewleta Tirk ya li dijî Kurdan berde.
Çalakiya konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li Sêmalka ku ji bo wergirtina cenazeya şehîdên Xelîfanê Ş. Tolhildan û Serdem tê lidarxistin, 13 roj in dewam dike.
Şêniyên kantona Hesekê, tevî endamên Yekitiya Odeya Bazirganiyê û Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berê xwe dan konê xwepêşandanê û tevlî çalakiyê bûn.
Xwepêşandêr li qada dergehê Sêmalka kom bûn û berê xwe dane deriyê dergehê Sêmalka û li wir daxuyaniyekê dan.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Îbrahîm ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bûyera li Xelîfanê, deqele reş li eniya PDK’ê ye, û PDK’ê ji bo ku dewleta Tirk razî bike kirinên wiha dike.
Hat diyar kirin, hedefgirtina gerîla û neradestkirina cenazeyên wan, dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd.
Di daxuyaniyê de kiryayên PDK’ê weke xiyanet hate binavkirin û wiha hate.
Xwepêşanêran bang li PDK’ê kir cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
Di dawiya daxuyaniyê de xwepêşandêran bang li PDKê kir ku ku rêzê ji gerîlayên şehîd re bigire û cenazeyên wan radestî malbatên wan bike, her wiha dûrî planên dewleta Tirk yên li dijî Kurdistanê bikeve.