Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê navê xwe guhert û kir Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê.
Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Mihemed El Niêmî rapora Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan xwend.
Her wiha di civînê de plansaziya xebatên parêzeran a 2021 heta 2023’yan ên der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hat nîqaşkirin.
Parêzer Ebdullah Eryan teqezî bi girîngiya damezirandina nivîsgeha mafên mirovan a Abdullah Ocalan da.
Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Roşîn Hido jî axivî û got:
“Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî dermirovî ye.
Divê ji bo eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê hewldanên navneteweyî bê zêdekirin û têkiliya bi CPT’ê re jî bê xurtkirin.”
Di dawiya civînê de navê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hat guhertin.
Bu”Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê” ku navenda wê li Qamişlo ye.