“Li dijî qirkirinê divê têkoşîn bê xurtkirin”

Ciwanên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo helwesta xwe nîşan da.
Ciwanan tekez kir ku divê pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan werin xwendin.

Ciwana bi navê Mizgîn Hisên behsa armanca Komploya Navneteweyî kir û got:

“Komplo li dijî gelê herêmê yê bawerî bi projeya neteweya demokratîk anî, pêk hat.

Ev yek dewleta Tirk û dewletên komploger aciz dike.”

Mizgîn bang li ciwanan kir ku xwe li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêxistin bikin.

Ciwana bi navê Roniya Ebdullah jî got:

“Tecrîda girankirî di şexsê Rêber Apo de li dijî fikrê rizgariya jinan e.

Divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat bên zêdekirin.”

Ciwanê bi navê Kêwan Kenan jî tekez kir ku divê ciwan bi erka xwe rabin.

Rojda Omer jî anî ziman ku divê em pirtûkên Rêbertî bixwînin da ku fikrê wî bizanin.

Li Şehbayê tecrîda li dijî Rêber Apo hat şermezar kirin

Back to top button