“Bi dorpêçkirinê nikarin berxwedana me têk bibin”

Koçberên Efrînê yên li Şehba dimînin asê ne.
Hikumeta Şamê dorpêçeke hişk li wir ferz kiriye.
Lê ew koçber xwedî îradene û dibîjin:
“Bi êrişan û dorpêçê nikarin berxwedan û vîna wan têk bibin.”

Koçbera bi navê Hemîde Şêxo diyar kir ku di hundirê kampan de li ber xwe didin û got:

“Em bi rihê jinên Efrînê li ber xwe didin.

Em koçberên Efrînê bi yekbûna xwe li hember her zehmetiyekê li ber xwe didin.

Dorpêç û êriş nikarin berxwedana me têk bibin.

Me her tişt di ber çavan re derbas kir, ji ber ku hedefek me heye ew jî vegera li Efrînê ye.

Heya em venegirin Efrînê êşa me rehet nabe.”

Mihemed Îbrahim jî diyar kir ku berxwedana gelê Efrînê tenê ji bo vegera li warê xwe ye.

Zehmetiya me tenê ji hêla jiyanî ye û dermanan e.

Lê em li vir ji bo ku em vegerin Efrînê, em ê li vir têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin.”

Koçbera bi navê Fîdan Xelîl jî dibêje:

“Rejîm çi bike bila bike, ev dorpêç nikare vîna me bişikîne.”

Back to top button