2’yemîn Mîhrîcana Xwendekaran a Şehîd Hogid bi dawî bû.
Mîhrîcan bi dirûşma “Bi çand û werzîşê em ê xebata xwendinê dîrokî bikin” li dar ket.
2 rojan dom kir û bi xelatkirina bi dehan tîmên werzîşê, stranan û şanoyê bi dawî bû.
Di roja yekê ya mîhrîcanê de 14 tîmên futbolê, 6 tîmên volîbolê,
Ping pongê, 26 lîstikvanên kişikê û 12 bazder beşdar bûn.
Bi dehan tabloyên hunerî yên ku ji aliyê xwendekaran ve hatine xêzkirin hatin pêşandan.
Mîhrîcan 2 rojan dom kir û tê de xwendekar û malbatên wan beşdar bûn.
Li vir Hevseroketiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk Narîn Helawî axivî.
Narîn Helawî diyar kir ku hêviya me jî bi ciwanan bilind e ku em pergaleke demokratîk ava bikin.
Piştre, lîstikên şanoyê ji aliyê Yekitiya Xwndekarên Demokratîk ve hatin pêşkêşkirin.
Her wiha, 2 komên xwendekaran hatin damezirandin.
Piştre, xwendekaran huner û helbestên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya mîhrîcanê de beşdar hatin xelatkirin.