KCD: Dixwazin Êzidiyên vegerin warê xwe asteng bikin

Bi boneya 9. salvegera komkujiya Şengalê KNK, KCD û HDP’ê banga darizandinda sûcdaran û naskirina qirkirinê kirin.
Her wiha aliyan diyar kirin ku ji bo edî komkûjî li ser êzidiyan pêk neyê, divê demildest êrişên dewleta Tirk a dagirker werin rawestandin.

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên fermanê bî bîr anîn.

KCD destnîşan kir ku ji ber fermana 74’an îro gelek êzidî di kampan de dijîn û ev yek got:

Her çiqas îro DAIŞ têk çûbe jî şirîkên DAIŞ’ê hewl didin ku êzidiyên dixwazin vegerin warê xwe, jiyaneke nû ava bikin û li Şengalê bibin xwedî statûyê, asteng bikin.

Divê berpirsiyar û şirîkên fermanê di dadgeha navneteweyî de werin darizdin û komkujî wek jenosîd bê qebûlkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê bang li hemû partî, sazî û rêxistinên kurd kir ku Şengalê li dijî êrişan biparêzin û ji bo bibe xwedî statû di nava hewldanan de bin.

HDP: Ji bo naskirina qirkirinê bi berpirsyarî rabin

Ji bo bîranîna vê rojê her wiha Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî li ser hesabê xwe yê twîterê daxuyaniyek parve kir.

HDP’ê hemû kesên di komkujiyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anîn û got:

Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo naskirina vê qirkirinê careke din bi berpirsyarî rabin.

Back to top button