Hê zêdetir êriş, dagirkerî û kuştina sivîlan

Piştî hevdîtinên dawî yên li Tehran û Soçî, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûn.
Bi taybet jî êrişên balafirên şer ên bê mirov.
Amerîka weke her carê bêyî ku aliyê êrişkar diyar bike, fikar û xemgîniya xwe a ji ber kuştina sivîlan ragihand.

19’ê Tîrmehê li Tehranê di navbera serokên Tirkiye, Îran û Rûsyayê hevdîtin pêk hat.

Ev yek jî weke dewamkirina civînên Astanayê hat binavkirin.

Rojeva sereke a Pûtîn, Erdogan û Reîsî Sûrî û bi taybet herêma Bakur bû.

Piştî vê hevîdtinê, 5’ê Tebaxê Erdogan û Pûtîn careke din li bajarê Soçî kom bûn.

Û weke encama berbiçav a van danûstandinan, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî
zêde bûn.

Di vê pêvajoya meha derbasbûyî de ji ber êrişên dewleta Tirk 21 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Piraniya wan jî zarok bûn.

Her wiha fermandarên QSD’ê û YPJ’ê yê pêşengiya şerê li dijî DAIŞ’ê kirin jî bûn armanca êrişên dewleta Tirk.

Herî dawî li herêma di bin kontrola Amerîka û Koalîsyonê de, dibistana zarokên keç a girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Hesekê bû armanc.

Di êrişê de 4 keçên zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

Amerîka: Em kuştina sivîlan şermezar dikin

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û her wiha îradeya siyasî ji van êrişan Amerîka û Rûsya destnîşan dikin.

Li hemberî hêrsa gel, hem koalîsyona li dijî DAIŞ û hem jî Amerîka neçar man daxuyaniyan bikin.

Lê herdû alî bêyî ku navê Tirkiyê ango aliyê êrişkar nîşan bidin, peyên mîna “em ji ber kuştina sivîlan xemgîn û bifikarin” bikar anîn.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ê Amerîkayê Ned Price doh di civîna çapemeniyê de careke din behsa zêdebûna êrişên li dijî Bakurê Sûrî kir.

Price diyar kir ku Amerîka ji ber rewşa heyî bifikar e û got;

Em li Hesekê û Babê kuştina sivîlan şermezar dikin.

Back to top button