Ji bo seroka berê ya Arjantînê Kirchner 12 sal cezayê hepsê tê xwestin

Ji bo Seroka berê û Cîgira Seroka niha ya Arjantînê Cristina Fernandez de Kirchner, cezayê girtîgehê tê xwestin.
Dozgerê Federal Diego Luciani ji bo Kirchner bi sûcdariya gendeliya di karên giştî de 12 sal cezayê girtîgehê xwest.

Luciani Kirchner bi xapandina dewletê û tevlêbûna planek ji bo veguheztina fonên giştî di dema du serdeman wî yên serokatiyê ya 2007-2015’an de, tawanbar kir.

Luciani cezayê ku wî ji bo Kirchner dixwest parast û got,

“Ev dibe ku gendeliya herî mezin a ku welat heta niha nas kiriye.”

Li gorî medyaya herêmî, ceza wê di nav çend mehan de were zanîn.

Li aliyekî din tê çaverêkirin ku Kirchner wê cezayê xwe veguhezîne dadgeha bilind.

Bi vê yekê jî dema biryarê wê bi salan dirêj bike.

Back to top button