Trump hewil dide xwendina belgeyên di mala wî de hatîn ditin asteng bike

Trump ji rojeva DYA dernakeve.
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump ji ber serdegirtina FBI ya mala wî, doz li DYA vekir.
Tê gotin, Trump hewil dide xwendina belgeyên ku di mala wî de hatine dîtin asteng bike.

Li gorî nûçeya The Guarian ê, Parêzerê Trump, Jim Trusty, roja Yekşemê got:

“Doz dibêje ku divê dadgeh pisporek taybetî destnîşan bike.

Ji ber FBI di serdegirtinê de belgeyên taybet desteser kir.

Nayê zanîn ka wê kijan ji wan bikar bîne, ji ber vê yekê divê biryar ne li ser Wezareta Dadê be.

Tê îdia kirin ku Trump hewil dide heta pisporek bo dozê hatî diyarkirin, rê nede ku belge werin xwendin.

Doza, ku roja Duşemê li dadgeha navçeya Florida hate vekirin, ji dewleta Amerîkî daxwaz kir ku agahdariya berfirehtir li ser rakirina xanî û vegerandina tiştên ku ji bo lêkolînê ne hewce ne pêşkêş bike.

Di serdegirtina mala Trump a li Mar-a-Lagoyê ya di 8’ê Tebaxê de li ser belgeyên ku Trump bi qaçaxî ji Koşka Spî derxistibû hat xwestin.

Li gorî hin çavkaniyan, biryara lêgerînê di çarçoveya Qanûna Sîxuriyê de hatiye dayîn û hin belgeyên ku hatine xwestin jî têkildarî çekên nukleerî ne.

Trump serdegirtina mala wî wekî beşek ji “rêveberiya xerab” a rêveberiya Biden li dijî wî kiriye binav dike.

Back to top button