Roj naçe Hikumeta faşîst a AKP’ê, kirin , girtin û binçavkirinan derheqê endam û rayedarên HDP’ê de pêk neyne.
Kirina herî dawî jî ew bû ku Endamtiya 6 endamên HDP’yî yên meclîsa şaredariya Baglar a Amedê desteser kir.
Desthilatdariya AKP û MHP’ê di 21’ê Cotmehê de peywira 6 endamên HDP’yî yên meclîsa şaredariya Baglara Amedê desteser kiribû.
Ji dêvila van endamên HDP’ê yên şaredariyê, 6 endam û alîgirên AKP’ê hatin erkdarkirin .
OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI RIHA Û DÎLOKÊ 5 KES HATIN GIRTIN
Li aliyê din û di çarçoveya girtin û binçavkirinan de, Li Riha û Dîlokê 5 kes hatin girtin.
Li Dîlokê 4 kesên ku berî niha swqî dadgehê hatibûn kirin, hatin girtin û ji girtîgehê re hatin şandin.
Li Rihayê jî Rêveberê bajêr ê HDP’ê Hîdayet Duger , piştî ku ji avahiya partiyê derket, bi hinceta ku cezayê wî yê di sala 2016’an de hatiye teqezkirin, hate girtin.
Di demên dawî de AKP’ê operasyonên qirkirina siyasî zêde kirine .