Çeteyan li Efrînê agir berdan zeviyên xelkê

Çeteyan li gundên Efrînê agir berdan erdên xelkê û gelek zevî şewitandin.
Her wiha çeteyan 6 vê mehê welatiyek 57 salî di berdêla fidyê de revandibûn.
Hate ragihandin çeteyan di berdêla 400 dolaran de ew vegerandin e.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî agir bi zeviyên şêniyan xistin.

Li gorî torê, zeviyên li derdora taxa Mehmûdiyê û gundê Qîbar yên Efrînê hatin şewitandin.

Ji ber belavbûna agir hate ragihandin gelek erd û zeviyên derdor jî şewitîne.

Li gundê Kurzelê ji ber kiryarê çeteyan 3 welatiyan darên xwe birîn

Her wiha talankirin û birîna daran jî li Efrîna dagirkirî dewam dike.

Çete bê serûber û ji kokêve darên şêniyan dibirin û li bazaran weke êzing difroşin.

Efrîn Post diyar kir ku li gundê Kurzelê ya navçeya Şêrawa malbatekê ji ber kirinên çeteyan 2 hezar darên xwe yên hinaran birîn.

Li Efînê Heyet Tehrîr El-Şam gelek kes binçavkirin

Zêdetirî mehekê li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê gel li dijî sûcên Heyet Thrîr El Şam xwepêşandan li dar dixin.

Şevê din jî bi hamn armacê, taxa Eşrefiyê ya Efîrnê gel daketin xwepêşandanan.

Efrîn Post diyar kir ku vê sibê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam gelek xwepêşandar girtin û ew birin cihekî nediyar.

Çeteyan piştî wergirtina 400 dolarî welatiyek Efrînî berdan

Li aliyê din jî revandina Sivîlan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyê wê ve bûye sûcekî rojane.

Mîta Tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Reşîd Ismaîlî ku ji helebê vedigeriya gundê xwe girtin.

Reşîd Ismaîl yê 57 salî û ji gundê Koxiriyê a navçeya Mabetê ye di 6’ê vê mehê de hate revandin.

Piştî ku xizmên Reşîd 400 dolar dan, Reşîd Ismaîl hate berdan.

3 Welatî yek ji wan jin, li Efrînê hatin revandin

Back to top button