Dayika Aştiyê: Berxwedana li dijî tecrîdê dê dewam bike

Dayika Aştiyê û dayika girtiyê nexweş Abdullah Gunay, Besna Gunay têkildarî tecrîdê û binpêkirinên mafên li girtîgehan diyar kir tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hunermendan jî derbarê rewşa girtiyan gotin: Divê girtî bên berdan. Ev mafê sereke ye.

Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de li her aliyên Kurdistanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Girtiyên di girtîgehan de 290 rojan çalakiya greva birçîbûnê domandin û niha jî biryar dan ku wê bi çalakiyên cur bi cur re piştgiriyê bidin pêngavê.

Her çiqasî ku girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bi bandor jî pêk anîn, dewleta tirk di aliyê çareseriyê de tu gav neavêt.

Tecrîda girankirî her ku çû bêtir hat girankirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dijwartir bûn.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û dayika girtiyê siyasî yê nexweş Abdullah Gunay, Besna Gunay têkildarî şikandina tecrîdê û binpêkirina mafan axivî.

Ji destpêka 2021’an heta niha, 14 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Li gorî rapora girtîgehan a ÎHD’ê ya sala 2020’î li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Di 2020’an de 27 girtiyan jyana xwe ji dest da.

Ji serê sala 2021’ê heta niha 14 girtiyên din jiyana xwe ji dest da.

“Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan”

Huermend Julîde Kural der barê rewşa girtiyan de diyar kir ku mafê jiyana girtiyan ji dest tê girtin û wiha got:

Di esasê de ev pirsgirêkeke bi salane didome ye.

Evqas li ser hev dijhiqûqî û binpêkirina maf pêk tê ku girtin tê wateya jibîrkirinê.

Mixabin gelek caran hatiye dîtin ku kesekî girtî ji ber şert û mercên jiyaneke baş li wir tune ye, jiyana xwe ji dest daye.

Divê pêkanînên li hember girtiyan demildest bên guhertin.

“Bi hezaran girtiyên bê tendirustî mane hene”

Hunermend Nur Surer jî diyar kir ku li Tirkiyê hestiyarî bûye xeyal û wiha domand:

Bi hezaran girtiyên ku tenduristiya wan têk çûye hene.

Naxwazin bi girtiyên nexweş re mijûl bibin.

Li girtîgehên Tirkiyê mafê girtiyên nexweş ji dest tê girtin û mixabin li dijî vê hestiyariyek baş tune ye.

Tu bendewariya min tune ye ji desthilartê.

Back to top button