WHO: Li seranserê cîhanê 14 hezar kes bi vîrûsa Meymûnê ketine

Vîrûsa Meymûn di nava bêdengiyê de belav dibe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li 70 welatan 14 hezar haletên nexweşiya meymûnê hatine tespîtkirin.
Li Afrîkayê jî ji ber vê nexweşiyê 5 kes mirine.
Rêxistinê ji bo Covid-19’an jî hişyariyên xwe hebû.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîna çapemeniyê ya ku li navenda rêxistinê ya li Cenevreyê hat lidarxistin de rewşa dawî ya di derbarê zêdebûna bûyerên Covid-19 û nexweşiya meymûnê de nirxand.

Ghebreyesus da zanîn ku li cîhanê 14 hezar pêketiyên nexweşiya meymûnê hatine tespîtkirin û diyar kir ku li Afrîkayê 5 kes ji ber vê nexweşiyê mirine.

Ghebreyesus diyar kir ku piraniya bûyeran di mêrên ku li Ewropayê têkiliyên wan ên homoseksuel hebûn de hatine tespît kirin.

Rêveberê Rêxistinê teqez kir ku hejmara dozên nû yên cîhanî di 6 hefteyên dawî de hema hema du qat zêde bûye û ev tişt anî ziman:

“Mirinên ji Covid-19, her çend ne bi qasî jimara pêketiyan jî be lê dîsan jî zêde ne.

Zêdebûna bûyeran tê wateya ku emê hîn bêtir li nexweşxaneyê bin û jimara miriyan wê hîn zêdetir bibe.”

Dibe zêdebûna pêketiyan ji ber mutasyonek nû be

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku têkildarî zêdebûna jimara pêketiyan de fikar hene û got:

“Sedema vê zêdebûnê dibe ku mutasyoneke em berê dizanin be, an jî dibe ku ew mutasyoneke bi tevahî nû be.”

Ghebreyesus destnîşan kir ku guhertoya nû ya Covid-19 wê ji yên berê bihêztir û bibandortir be û ev hişyarî kir.

“Divê hemû welat xwe amade bikin.

Welatên ku kapasîteya xwe ya têkoşîna li dijî şewbê kêm dikin, rîskên mezin digirin.”

Back to top button