Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê serdana Misirê kir

Wezîrê Karê Derve yên Hikumeta Şamê li paytexta Misir Qahîrê bi hempîşeyê xwe re civiya.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê ku navneda xwe Mereş a bakurê Kurdistanê bû, bandoreke zêde li bakur-rojavayê Sûriyê kir.

Vê yekê bi xwere têkliya dîplomasî ya navbera Şam û welatên Ereban de xurt kir.

Wezîrê Karê Derve yên Hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad serdana paytexta Misir Qahîreyê kir.

Feysel El-Miqdad li Qahîre bi hempêşiyê xwe yê Misirî Samih El-Şukrî re civiya.

Wezîran ji bo xurtkirina têkilên dinavbera her du welatan de nîqaş kirin.

Li gorî nûçeya El Erebiyê, amadekariyên civîneke Misir-Sûriyê bo dema pêş de wê bê kirin.

Ji bo pêkanîna vê civîna ku tê payîn piştî cejna Remezanê pêk were jî wê şandeyek ji Misirê serdana Sûriyê bike.

Piştî şerê 2011’an li Sûrî despêkirî û rawestandina endamtiya Sûriyê li nava Komkara Erebî û heta niha ev cara yekeme Mîqdad serdana Qahîreyê dike.

Di 28’ê Sibatê de jî Samih El-Şukrî serdana Sûriyê kir û sersaxî ji mexdûrên erdhejê xwest.

Back to top button