Êrîşên Tirkiyê li Norwecê hatin şermezarkirin

Kurdan û rêxistinên Norwecê li paytex Osloyê êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdên li Rûsyayê jî li dijî êrîşên dagirkeriya banga yekîtiyê li Kurdan kirin.
Partiya Çep a Almanyayê jî bedengiya hikûmetê a li dijî êrîşên Tirkiyê şermezar kir û diyar ku hiqûqa navnetewî bûye qurbanê bazarên bi dewleta Tirk re.

Êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê Kurdan û rêxistinên Norwecê li Osloyê hatin şermezarkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Sendîkaya karkeran a bi navê LO, Partiya Gel a Xirîstiyanan û Komîteya Navnetewî ya Partiya Sor a Norwecê axaftin hatin kirin.

Aliyan binpêkirinên dewleta Tirk ên hunidrê welat û êrîşên dagrkieriyê yên derveyî welat şermezar kirin û bang li hikumeta Norwecê kir ku bila rûyê rast ê Erdogan bibîne.

Hat gotin jî ku divê raya giştî ya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ji bo ku ev êrîş û dagirkerî zêde nebe bikevin tevgerê.

Kurdên li Rûsyayê êrîş şermezar kirin

Kurdên li herêma Krasnodar a Rûsyayê jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga yekîtiyê li gel kir.

Partiya Çep a Alman: Almanya li dijî sûcên Tirkiyê bêdeng dimîne

Partiya Çep a Almanyayê (Dîe Lînke) derbarê êrîşên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê pirsnameyek dabû Meclisa Federal a Almanyayê.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût derbarê nûçeyên ku artêşa Tirk di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar aniye, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û nîqaşkirina van meseleyan a bi dewleta Tirk re pirsîbû.

Wezîrê Berpirsê Karên Ewropayê ya Almanyayê Mîchael Roth ev pirsname bersivand û got:

“Derbarê êrîşa dawîn a dewleta Tirk di destê hikumeta federal de agahî tuneye ku bê ka hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin an na.”

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût anî ziman ku Almanyayê careke din li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng dimîne û hiqûqa navneteweyî bûye qurbanê bazara bi dewleta Tirk re.

Back to top button